Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çand, Huner û Karûbarên Civakî

DBŞT, perdeya xwe bi lîstika "Moraşîn" vedike

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), dê sezona şanoyê di meha cotmehê de bi lîstika "Moraşîn" veke. Hezkiriyên şanoyê dê di tevahiya mehê de derfetê bibînin ku lîstokên cuda yên ji bo mezin û zarokan bi zimanê Kurdî lê temaşe bikin.

DBŞT, dê di meha cotmehê de bi bernameyeke dewlemend re bi hezkiriyên şanoyê re bê cem hev. Di bernameya cotmehê ya DBŞTê de lîstokên bi navê Moraşîn, Keçelok, Xewna Şeveke Havînê, Hişê min Tevlihev Bû û Romeo û Juliet (Niha çawa ye?) cih digirin.

Sezon bi Moraşînê dest pê dike

DBŞT, dê perdên sezona şanoyê bi lîstika "Moraşîn" veke. Lîstok, di 2 û 3yê cotmehê de seat 20.00î de dê derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstoka zarokan a bi navê "Keçelok" jî di 4ê cotmehê de seat 13.00î de bê sehnekirin.

Xewna Şeveke Havînê bi çar nîşandanê li ser dikê ye

Di çarçoveya bernameya meha cotmehê de lîstika "Xewna Şeveke Havînê", di 9-10ê cotmehê û 16-17ê cotmehê de seat 20.00î de dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Lîstoka zarokan a bi navê "Hişê min Tevlihev Bû" jî di 11 û 25ê cotmehê de seat 13.00î de dê were sehnekirin. Lîstoka Keçelokê jî di 18ê cotmehê de seat 13.00î de dê ji nû ve derkeve pêşberî temaşevanan.

Romeo û Juliet di nava lîstokên dawî yên mehê de ne

Lîstoka bi navê "Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)" ku ji berhema klasîk a Shakespeare ji aliyê DBŞTê ve hatiye sehnekirin, di 23-24 û 30-31ê cotmehê de seat 20.00î de dê li ser dikê be.

Bilet dê bi rêya Biletinialê bên girtin

Hemû lîstok dê li Salona M. Emin Yalçınkaya û Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve pêşberî temaşevanan. Hezkiriyên şanoyê dikarin biletên lîstokan bi rêya Biletinialê peyda bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan