Dê piştgiriya malbatên sêwiyan, nexweşan û pîrûkalan bike
Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya ÎŞKUR’ê kursa Sexbêriya Nexweş û Pîr û kalan vekir, ev kurs dê piştgiriya malbatên sêwiyan bike û dayikên sêwiyan dikarin ji vê kursê sûdê werbigirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya ÎŞKUR’ê, kursa Sexbêriya Nexweş û Pîr û Kalan vedike. Kurs ji bo dabînkirina pêdiviyên giyanî û bedenî yên pîr û kal û nexweşan hate vekirin û dayikên sêwiyan dê bikaribin ji vê kursê sûdê werbigirin.
Kurs dê 160 saetan bidome û perwerdeya kursiyeran dê li fêrgehên Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bête lidarxistin.
