Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ)

DÎSKÎ jêrxana ava vexwarinê ya Tirsipîyê xurt dike

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya nêzîkî 120 malbatî (xaneyan) yên li Taxa Tirsipîyê ya navçeya Kayapinarê dest bi xebatan kir. Li taxê birca avê ya bi kapasîteya 100 metrekupî û xeta terfîyê ya 130 metreyî tê avakirin.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), bi armanca xurtkirina jêrxana ava vexwarinê ya ku li Taxa Tirsipîyê ya bi navçeya Kayapinarê ve girêdayî ye li gel zêdebûna nifûsê kêm dima, veberhênanek nû da destpêkirin. Xebat, di çarçoveya projeya DÎSKÎyê ya bi nirxê nêzîkî 900 mîlyon TLyî ya bi navê “Karkirina Çêkirina Sondaj, ENH, Pompa, Depoya Ava Vexwarinê û Tesîsa Torê ya li Cihên Cuda yên Bajarê Amedê” de ku ji bo xurtkirina jêrxana ava vexwarinê ya taxên gundewarî tê meşandin, pêk tê.

Zêdebûna nifûsê kapasîteya quleya avê ya heyî kêm hişt

Quleya avê ya heyî ku pêdiviya ava vexwarinê ya taxê dabîn dikir, bi salan re legel zêdebûna nifûs û hejmara malan kêm ma. Bi taybetî di meha havînê de zêdebûna xerckirinê, li taxê bû sedema tengasiya avê. Bi jêrxana nû ya depokirin û veguhastinê re tê armancxistin ku çavkaniya avê ya heyî bi awayekî birêkûpêktir bigehînin taxê û pêdiviya ku zêde bûye bê dabînkirin.

Kapasîteya depokirinê ya zêde ya 100 metrekupî dê bê qezenckirin

Di encama lêkolînên li qadê û nirxandinên teknîkî yên Rêveberiya Şaxa Veberhênanê ya Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê de, bi xebata ku hat plankirin re dê kapasîteya depokirinê ya zêde ya 100 metrekupî ji taxê re bê qezenckirin. Xeta terfîyê ya 130 metreyî ku dê bê çêkirin, dê veguhastina ava ku ji bîra sondajê ya berê hatibû vekirin bo birca nû peyda bike. Piştî karên înşaatê û girêdanê, pergala (sîstem) avê dê bikeve ber xizmetê.

Pêdiviya depokirin û veguhastinê bi hev re tên nirxandin

Kontrolora projeyê teknîkerê nexşeyê Besra Memiş, diyar kir ku birca avê ya nû û xeta terfîyê dê jêrxana ava vexwarinê ya li taxê xurt bike. Memiş di nirxandina nêzîkatiya plankirina xebatê de wiha axivî: “Pirsgirêka ku li Tirsipîyê heye, nîşan dide ku legel zêdebûna nifûsê pêdiviya depokirin û veguhastinê çawa diguhere. Em pergala ku ji çavkaniya avê ya heyî dirêjî taxê dibe li ser van pêdiviyan digirin dest. Berpirsiyariya me ya li qadê ew e ku bi pêkanîna projeyê ya li gorî hewcedariyên teknîkî, tevkariyê li gihîştina birêkûpêktir a avê bo malan bikin.”

Şêniyên taxê xebat nirxandin

Yek ji şêniyên Taxa Tirsipîyê Îsmet Aktik, diyar kir ku li taxê ji 7–8 salan ve pirsgirêka ava vexwarinê dihat jiyîn. Aktik, piştî serlêdanên wan ên ji bo DÎSKÎyê xebata ku hat destpêkirin nirxand û wiha got: “Ji 7-8 salan ve pirsgirêka avê ya gundê me hebû. Ji ber zêdebûna nifûsê û çêkirina malên nû di gundê me de pirsgirêka avê derket holê. Encamên serlêdanên me yên ji bo DÎSKÎyê niha xebat dest pê kirin. Li ser navê gundê xwe em gelek spasiya wan dikin. Em texmîn dikin ku bi vê xebatê pirsgirêka avê ya gundê me dê bê çareserkirin. Ez spasiya her kesê ku ked dane dikim.”

Yek ji şêniyên taxê Ali Çakar jî diyar kir ku bi mezinbûna qada niştecîhbûnê re hewcedariya avê zêde bûye. Çakar kêfxweşiya xwe ya ji xebata hate destpêkirin anî ziman û wiha axivî: “Gundê me mezin bû, berê mal kêm bûn. DÎSKÎ û şaredarî her hebin. Ji bo çareserkirina vê tengasiyê dixebitin. Bi xêra Xwedê ev derd dê biqede, ava me dê pir bibe û tu pirsgirêka me dê nemîne.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan