Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎyê bi danîna xetê ava vexwarinê da gundî

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ava vexwarinê bi danîna xeteke hezar metreyî bo Tokilka bi ser Şêwişana Pasûrê çareser kir. Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo avakirina sîstemeke binesaziya modern û peydakirina ava vexwarinê ya

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ava vexwarinê bi danîna xeteke hezar metreyî bo Tokilka bi ser Şêwişana Pasûrê çareser kir.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo avakirina sîstemeke binesaziya modern û peydakirina ava vexwarinê ya bi kalîte li navenda bajar, navçe û gundan didomîne.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Şaxa DÎSKÎ ya Pasûrê li gundikê Tokilka ya bi ser gundê Şêwişa li ser zêdebûna nifûsê hezar metre xeta ava vexwarinê danîn. Bi saya xebatên ku hatin kirin, li gundê ku 100 kes lê dijîn bandorên neyînî yên pêşerojê li ser ava vexwarinê û vexwarinê hat astengkirin.

'Em xebatên xwe yên bi kalîte ji gel re didomînin'

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglû, diyar kir ku xebatên xurtkirina binesaziyê û veberhênanê ji bo ava vexwarinê ya ku çavkaniya bingehîn a jiyanê ye bi awayekî bênavber û saxlem bigihînin cihên herî dûr ên bajêr bênavber dewam dikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan