Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji DÎSKÎyê mesaîya bo barana dijwar

Ekîbên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, duh, di dema barana dijwar de li dijî rabûna lehiyan û pengirîna golan şebekeyên ava baranê paqij kirin û xebata aktîf a xetan misoger kirin. Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), duh tevahiya rojê li dijî neyîniyên ku li

Ekîbên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, duh, di dema barana dijwar de li dijî rabûna lehiyan û pengirîna golan şebekeyên ava baranê paqij kirin û xebata aktîf a xetan misoger kirin.

Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), duh tevahiya rojê li dijî neyîniyên ku li tevahiya bajêr di xetên şebekeya kanalîzasyon û ava baranê de çêdibin di nobetê de xebitî.

Ekîbên DÎSKÎyê yên ku ji ber hişyariya barana gur a ku ji aliyê Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ve hat dayîn çalakî li dar xistin, bi qasî 130 xebatkar û 21 kamyonên kanalîzasyonê, 11 kolp, 15 traktor, 17 pîkap û 10 motoran li ser xetên şebekeya ava baranê yên li nuqteyên xeternak ên li 17 navçeyan, ku 4 ji wan navendî ne, di amadebaşiyê de bûn.

Ekîban ji bo pêşîgirtina rabûna lehiyê, bi kamyonên hevbeş û kanalîzasyonê midaxeleyî xetên xitimî kirin û di demeke kin de xetên ava baranê yên asêbûyî vekirin û pergalên xetên ava baranê dîsa bi rihetî bixebitin.

Bersiva bilez li ser xalên xeternak

Ji aliyê din ve xetên ku li girêbestên pirên li ser Bulvara Urfa û Bulvara Elezîzê ku di bin berpirsyariya otobanan de ne, ji aliyê ekîbên DÎSKÎyê ve ji bo pêşîgirtina li neyînîyên muhtemel ji nû ve hatin aktîfkirin.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê dê li seranserê bajêr xebatên xwe bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan