DÎSKÎ binesaziya Herêma Pîşesaziyê çareser dike
DÎSKÎ ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de ye, hin plansaziyên çaksaziyê danîn û bi wan projeyan pirsgirêkên binesaziyê yên Herêma PÎşesaziya Bi Organîze çareser dike.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê bi hin projeyên çaksaziyê pirsgirêkên binesaziya Herêma Pîşesaziya Bi Organîze çareser dike. Xebatên çaksaziyê di çorçoveya çaksaziya şebekeya kanalîzasyonê de ne.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, di çarçoveya xebatên çaksaziyê de seredana Serokê Desteyê Rêveber a Herêma Pîşesaziya Bi Organîze Mustafa Fîdan kir.
Di serdanê de herdu aliyan tekezî bi xebata hevpar kirin û bal kişandin ku armanca wan ew e heta ji destê wan tê ji bo bajarê Diyarbekirê xizmetekî baş û pêşketî bikin.
