Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dîwanên Dengbêjan dibin mêvanên mala we

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên çand û hunerê de bi hêmaya “Her Mal Navendeke Çandê ye” dê bernameyên Dîwanên Dengbêjan bike mêvanên mala we.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi hêmaya “Her Malek Navendeke Çandê ye” bernameya Çand û Hunerê ya meha Kanûnê aşkere kir. Di bernameyê de şano, pêşangeh, gotûbêj û konserên stranan hene û bername bi awayekî online têne pêşkêşkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi beşdariya dengbêjên Mala Dengbêjan dê li ser kanala YouTube ya Şaredariyê, roja 19’ê Kanûnê saet 16.00’ê bi awayekî online bernameyê pêşkêş bike.

Dîwana Dengbêjan li ser kanala YouTube tê weşandin

Roja 19’ê Kanûnê dê dengbêj stran û kilamên xwe li ser kanala YouTube @diyarbakirbld pêşkêş bikin. Wek tê zanîn, dengbêjî di çanda gelêrî de xwedan dîrokeke kevnar e û tê de kilamên mêrxasiyê, evîniyê, keser û kovanan, koçberî û dîndariyê têne stran.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan