Ji DBB'yê rehetî di veguhestinê de ji bo xwendekaran
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku xwendekarên di wargehan de dimînin di sala nû ya perwerde û hînkirinê de bi awayekî hêsan bigihîjin qertên xwe yên veguhestinê, li du wargehan stendên derxistina Diyarkartê danîn. Xwendekar wê karibin di 26-27ê Îlonê de rasterast qertên xwe ji wargehên xwe bistînin.
Serokatiya Daîreya Veguhestinê, ji bo ku karûbarên qerta veguhestina bajarî yên xwendekaran hêsan bike, li Wargeha Xwendekaran a Xalid Bin Welid û Wargeha Xwendekaran a Suleyman Bin Xalid stenda derxistina Diyarkartê danî.
Qert wê di 26-27ê Îlonê de li wargehan bên derxistin
Xwendekarên ku di wargehan de dimînin, wê di 26-27ê Îlonê de bi serlêdana li stendan bikarin Diyarkartên xwe peyda bikin. Bi saya vê sepandinê, xwendekar wê bêyî ku biçin cihekî din, karûbarên xwe yên qertê li eynî wargeha ku lê dimînin temam bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin armanc dike ku bi vê sepandinê re gihîştina xwendekaran a ji bo veguhastina giştî hêsantir bike.
