Li xetên B4 û E6 rêzikên nû hatin dabînkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî daxwazên ku ji welatiyan hatine, gûzergeha xeta B4 berfireh kir, û hejmara otobusên ku di xeta E6 de xizmetê dikin jî ji 2yan derxist 4an. Armanca van sererastkirinan ew e ku demên rêwîtiyê werin kurtkirin, kapasîteya veguhestinê û karîgeriya seferan zêde bibe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku xizmetên veguhestina giştî yên li navenda bajêr bêtir karîger, domdar û bigihîje bibe xebatên xwe didomîne. Serokatiya Daîreya Veguhastinê, li ser daxwazên ku ji welatiyan hatine, gûzergeh û hejmarên wesayîtên xetên B4 û E6 ji nû ve sererast kirin. Bi van sererastkirinan re tê armanckirin ku demên rêwîtiyê werin kurtkirin, kapasîteya veguhestinê û karîgeriya seferan zêde bibe, veguhestina giştî bigihîje asteke hêsantir û seyrûsefera bajêr bê rihetkirin.
Gûzergeha xeta B4 hate berfirehkirin
Kolana Ahmet Kaya, Kolana Aram Tîgran, Kolana Evrim Alataş, Kolana Mola Gûraniyê û Bulvara Qamişloyê li gûzergeha xeta bi koda B4 a ku di navbera Habeşî û Balikcilarbasiyê de xizmetê dike, hatin zêdekirin.
Gûzergeha nû (çûyîn): Habeş, Duryana Gozeliyê, Duryana 500 Evlerê, Tepeşehir, Kolana Ahmet Kaya, Kolana Aram Tîgran, Kolana Evrim Alataş, Kolana Mola Gûranî, Bulvara Qamişloyê, Zumrutkent, Ronahiyên Yenîkoyê, Huzurkent, Siteya Sayin, Îskanevleri, Kuruçeşme, Alay, Alipinar, Îstasyon, Hala Kevn û Balikcilarbasi.
Gûzergeha nû (veger): Balikcilarbasi, Hala Kevn, Îstasyon, Alipinar, Alay, Kuruçeşme, Îskanevleri, Siteya Sayin, Huzurkent, Zumrutkent, Bulvara Qamişloyê, Parka Newrozê, Kolana Mola Gûranî, Kolana Evrim Alataş, Kolana Aram Tîgran, Kolana Ahmet Kaya, Salona Pîrozahiyê ya Piyale Park, Tepeşehir, Çatrêka 500 Evlerê, Çatrêka Gozeliyê û Habeşî.
Hejmara otobusên li xeta E6 derxistin 4an
Bi berçavgirtina daxwazên zêde yên ji welatiyan, di xeta E6 de jî başbûn hate kirin. Hejmara otobusên li xeta E6 a ku bi 2 otobusan li gûzergeha Habeşî, Çatrêka 500 Evlerê, Xaniyên 333î, Bulvara Necmettin Erbakan, Kolana Nazim Hikmet, Bulvara Mezopotamyayê, Bulvara Firat, Bulvara Necmettin Erbakan û Nexweşxaneya Lêkolînê de xizmetê dikir, kirin 4an.
