Li seranserê bajêr 565 kîlometre xetên rê hatin nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku li rêyên ku xebatên çêkirin û nûkirina asfaltê qediyane ewlehiya trafîkê zêde bike, xetên rê nû dike. Li navenda bajêr û navçeyan bi giştî 565 kîlometre xebatên xetên rê hatin kirin ku 500 kîlometre ji van sar û 65 kîlometre jî germ (termoplastîk) bûn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku li seranserê bajêr toreke veguhastinê ya ewletir û rêkûpêktir çêke xebatên xwe didomîne. Li bulwar, cade û kolanên ku xebatên çêkirin û nûkirina asfaltê ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênêrîn û Tamîrkirina Rêyan ve hatine qedandin, ji aliyê tîmên Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve xetên rê tên xêzkirin.
Di çarçoveya xebatan de, xetên rê yên ku bi demê re hatine sîrîn û xuyabûna xwe winda kirine jî tên nûkirin û bi vî rengî beşdarî çûnûhatina ewle ya ajokar û peyayan dibe.
Bi giştî xebata 505 (565) kîlometreyî qediya
Tîmên Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji 12ê Gulanê ya 2026an ve li navenda bajar û navçeyan 500 kîlometre xebata xetên rê yên sar pêk anîn. Her wiha tîman ji 13ê Tebaxa 2026an ve jî 65 kîlometre xebata xetên rê yên germ (termoplastîk) kirin.
Bi vî rengî li seranserê bajêr bi giştî xebata xetên rê ya 565 kîlometreyî hate qedandin.
Di xetên rê yên germ de boyaxa termoplastîk tê bikaranîn
Ji bo ku xetên rê ji aliyê ajokar û peyayan ve bi awayekî zelaltir bên dîtin, di xebatên xetên rê yên germ de pergala boyaxa termoplastîk tê bikaranîn. Bi vê xebatê re tê armanckirin ku bi taybetî xuyabûna xetên rê bê zêdekirin û ewlehiya trafîkê bê piştgirîkirin.
Xebat dê li seranserê bajêr bidomin
Xebatên xetên rê; li gel bulwar, cade û kolanên ku xebatên çêkirin û nûkirina asfaltê li wan qediya ne, dê li derbasgehên peyayan jî li seranserê bajar berdewam bikin.
