Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserok Hatûn beşdarî Kongreya Mîrateya Dîrokî bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, beşdarî Kongreya Mîrateya Dîrokî ya ku li Stenbolê li dar ket, bû. Kongreya Mîrateya Dîrokî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve li Crowne Plazayê hat lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, şaredarên endamên Yekîtiya B

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, beşdarî Kongreya Mîrateya Dîrokî ya ku li Stenbolê li dar ket, bû.

Kongreya Mîrateya Dîrokî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve li Crowne Plazayê hat lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, şaredarên endamên Yekîtiya Bajarên Dîrokî û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.

Di vekirina kongreyê de bal hat kişandin ser mîrateya dîrokî ya bajaran, amaje bi girîngiya parastina qadên dîrokî û mîrateyên çandî dan, rê û rêbazên parastinê hatin destnîşankirin.

Di kongreyê de bi sernavên "Li Stenbola bajarê erdhejê, ber bi siberojê ve birina mîrateya çandî", "Di warên mîrasê de sêwirana mîmarî û ji nû ve xebitandin: Projeyên Mîrateya ÎMM'yê", "Bi restorasyonê veguherandina avahiyên dîrokî bi jiyanê re" û "Li bajarên dîrokî rêveberiya mîrateya çandî" pêşkêşî hatin kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan