Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Hatun li maça Amedspor-Pendîksporê temaşe kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, lîstika Amedspor-Pendikspor li Stadyuma Amedê temaşe kir. Amedspor ku di Lîga 1ê de têdikoşe, di hefteya 5'an a lîgê de Pendîkspor li Stadyuma Amedê kir mêvan. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, endamên m

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, lîstika Amedspor-Pendikspor li Stadyuma Amedê temaşe kir.

Amedspor ku di Lîga 1ê de têdikoşe, di hefteya 5'an a lîgê de Pendîkspor li Stadyuma Amedê kir mêvan. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisê û rêveberên klûba Amedsporê bi hev re lîstik temaşe kirin.

Amedsporê ku ji aliyê alîgiran ve hat piştgirîkirin, di lîstika li mala xwe de Pendîkspor 2-1 têk bir.

Bi vê encamê re Amedspor di lîgê de bi 10 pûanan derket rêza 4’an û dê hefteya pêş li derve bi Sakaryasporê re bilîze.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan