Serdana pîrozbahiyê ya Hevşaredar Bucak û Ay bo DTSO’yê
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, çûn serdana pîrozbahiyê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO).
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, serdana pîrozbahiyê li DTSO’yê kirin û ji rêveberiya nû re serkeftin xwestin. Di serdanê de ku li avahiya DTSO’yê hate kirin, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Serdar Bakiroglu û endamên meclisa şaredariyê hevaltiya Hevşaerdaran kirin.
Hevşaerdar Bucak û Ay, Serokê DTSO’yê yê ku hat hilbijartin Mehmet Kaya, Serokê Meclisê Şeyda Arslantaş û endamên desteya rêveber pîroz kirin û di xebatên wan ên heyama nû de serkeftin ji wan re xwestin.
Di serdanê de bal hate kişandin ser girîngiya hevkariya di mijarên aborî, bazirganî û pêşveçûna herêmî ya bajar de.
Desteya Rêveber a DTSO’yê jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û spasiya Hevşaredaran kir.
