Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Civakî

Ekîbên gerok ji bo têkoşîna dijî alûdebûnê (mubtelayiyê) dê derî bi derî bigerin

Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Alûdetiya Madeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta têkoşîna dijî alûdetiyê li seranserê bajar xebateke berfireh da destpêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin ku amadekariya vekirina navendeke dermankirina bi razanê ji bo şêwirînerên jin dike, bi riya ekîbên gerok armanc dike ku li bajar tu mal û malbatên ku neketiye peywendiyê bi wan re nehêle.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dijî alûdetiya madeyan ku tenduristiya civakê û paşeroja wê dixe xetereyê, modeleke têkoşînê ya piralî pêk tîne. Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Alûdetiya Madeyan ku di kanûna 2025an de di bin banê Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî de hat vekirin û ji meha nîsanê ve bi awayekî faal dest bi qebûlkirina şêwirîneran kir; xebatên arastekirina dermankirinê, piştgiriya psîkososyal, xebatên qadê yên bergirtinê û çalakiya ji bo derxistina hişmendiya civakî di bin banekî de bi rê ve dibe.

Ji bo her şêwirînerî plana dermankirinê ya taybet tê amadekirin

Pispora Xizmeta Civakî Berfîn Ayyildiz ku derbarê avahiya xebatê û modela xizmetê ya navendê de agahî dan, diyarkir ku di nav binyeya navendê de 2 psîkolog, 2 pisporên xizmeta civakî û 2 karmendên piştgiriyê wezîfedar in. Ayyildiz anî ziman ku serlêdanên derbarê alûdetiya teknolojî, alkol û qumarê de jî li gorî derfetan bizavan dikin, lê xebatên wan bi piranî li ser qada alûdetiya madeyan têne birêvebirin.

Ayyildiz diyar kir ku birêvebirina xebatên resen di qada alûdetiya madeyan de hem ji bo şêwirîneran hem jî ji bo karmendên navendê bikêrtir e, û piştre da zanîn ku piştî serlêdanê ji aliyê psîkolog û pisporên xizmeta civakî ve hevdîtinên yekem têne kirin.

Ayyildiz got: “Em diyar dikin ku hewcedariya şêwirîner çiye û ew sedemên ku wî/wê dikişînin jîngehên xeternak û muptelayê madeyan dike çi ne. Piştre em ji bo her şêwirînerî planeke dermankirinê ya taybet amade dikin.”

Ji bilî şêwirîneran, ji malbatên wan re jî xizmet tê pêşkêşkirin

Ayyildiz diyar kir ku têkoşîna dijî alûdetiyê tenê ji berdana madeyê pêk nayê û anî ziman ku berdana madeyê bi tenê nayê wateya çêbûnê (başbûnê). Ayyildiz ragihand ku di navendê de li ser mijara ku şêwirîner dikarin pêvajoya başbûnê çawa domdar bikin xebat têne kirin û nêzîkên şêwirîneran jî tevî vê pêvajoyê dikin.

Ayyildiz bal kişand ku xizmet li ser bingeha dilnizmî û dilxwaziyê têne birêvebirin û got ku encamên domdar ên dermankirinên bi darê zorê sînordar in; kesên ku dixwazin werin dermankirin dikarin bi girtina randewuyê an jî bi serlêdana rasterast ji xizmetan sûd werbigirin.

165 serlêdan, 93 razana AMATEMê û zêdetirî 1500 hevdîtin

Ayyildiz diyar kir ku mercên civakî û aborî yên her şêwirînerî ji hev cuda ne, ji ber vê yekê planên dermankirin û şopandinê yên taybet ji bo kes re têne amadekirin. Ayyildiz anî ziman ku di rewşên krîz û lezgîn de bi destwerdana lez beşa pireyê di navbera şêwirîner û saziyên dermankirinê de digirin ser milê xwe, û da zanîn ku bi peydakirina hewcedariyên kîtan jî pêvajoya dermankirinê hêsan dikin.

Ayyildiz daneyên derbarê xebatên navendê de parve kir û got: “Ji meha nîsanê vir ve 165 serlêdanên me çêbûne. Ev 165 kes tenê hejmarek nîn in; ew welatî yên me ne ku dibêjin ‘Ez dixwazim bêne dermankirin’ an jî ‘Pêwîst e nêzîkê min bêt dermankirin’. Me rasterast razana 93 kes ji van li AMATEMan pêk anî û piştgiriya pêwîst da wan. Her wiha heta îro me zêdetirî 1500 dîtinên seansê pêk anîne.”

Ayyildiz teqez kir ku arastekirina şêwirîneran ji bo dermankirinê û hiştina wan di nav pergala dermankirinê de xebateke zehmet lê girîng e, û diyarkir ku têkoşîna dijî alûdetiyê tenê berpirsiyariya şaredariyan nîn e. Ayyildizê anî ziman ku divê saziyên giştî û rêxistinên civakî yên sivîl jî bibin parçeyek ji vê pergalê.

Navendeke dermankirina bi razanê ji bo jinan tê plankirin

Ayyildiz bal kişand ser zehmetiyên ku şêwirînerên jin di pêvajoya dermankirinê de rû bi rû dimînin û got ku li seranserê Tirkiyeyê navendên ku jin dikarin bi razanê lê derman bibin kêm in. Ayyildiz diyar kir ku ev rewş dibe sedem ku jin ji pergala dermankirinê dûr bikevin û motivasyona xwe winda bikin, û teqezî li ser girîngiya avakirina pergaleke dermankirinê ya taybet ji bo jinan kir.

Ayyildiz ragihand ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê plan dike ku navendeke dermankirinê ya bi razanê ji bo jinan veke û xebatên amadekariyê berdewam dikin. Ayyildiz da zanîn ku xebat dê bi navendekê re sînordar nemînin û armanc ew e ku di nav binyeya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan de navendên nû yên şêwirmendiyê bêne vekirin.

‘Ya herî girîng ew e ku zarok tu carî rastî madeyê neyên’

Pisporê Xizmeta Civakî Lokman Amaç ku derbarê xebatên bergirtin û parastinê yên navendê de agahî dan, diyar kir ku dermankirina kesên dest bi bikaranîna madeyê kirine krîtîk e, lê armanca esasî ew e ku zarok û ciwan tu carî rastî madeyê neyên.

Amaç got: “Ku kesekî dest bi madeyê kiribe berdana wî gelekî girîng e. Lê belê ji vê girîngtir ew e ku kesên ku hêj rastî wê nehatine, tu carî rastî madeyê neyên.”

Amaç anî ziman ku xebat di sê kategoriyên sereke de—zarok, malbat û astên civakî—têne birêvebirin û got di çalakiyên ji bo zarokan de di cîhê axaftina rasterast a ser bikaranîna madeyê de, balê dikişînin ser jêhatîbûnên jiyana tendurist.

Amaç ragihand ku nemaze ji bo zarokên di navbera 12 û 15 salî de, bi mebesta biryardana rast, famkirina zirarên înternetê, hilbijartina hevalên rast û fêrbûna serederiya bi stresê re atolyeyan li dar dixin û diyar kir ku xebat bi riya lîstikan têne birêvebirin. Amaç da zanîn ku armanc ew e ku zarok berî biryardanê bifikirin û binirxînin, û gava pêwîst be bikaribin bibêjin “na”.

Ekîbên gerok dê mal bi mal bigerin

Amaç diyar kir ku ji bo malbat bikaribin guherînên di zarokan de di qonaxa zû de ferq bikin û piştgiriya profesyonel werbigirin, giringiyê didin perwerdehiya dê û bavan, û anî ziman ku xebatkarên sahayê yên şaredariyê jî tevî xebatên têkoşîna dijî alûdetiyê hatine kirin.

Amaç ragihand ku ji xebatkarên şaredariyê re derbarê nasîna diyardeya madeyê û arastekirina rast a malbatên serlêder de perwerde hatine dayîn, û da zanîn ku ekîbên gerok dê di heyama pêş de li seranserê bajar dest bi xebatên qadê bikin.

Amaç got: “Li Amedê dê tu maleke ku em dergehê wê nejin nemîne. Em ê bi ekîbên xwe yên gerok dergeh bi dergeh bigerin û ji gelê xwe re rave bikin ka made çi ye û em çawa dikarin rê li ber alûdetiyê bigirin.”

Amaç anî ziman ku xebatên qadê dê bi belavokên agahdarkirinê, afîş, bîlboard û hişyariyên giştî bêne piştgirîkirin û got ku armanc ew e hişmendiya civakî ya derbarê alûdetiyê de derkeve asteke herî bilind.

‘Pêşî em ê hişyar bibin, piştre em ê bi hev re rabin ser piyan’

Amaç teqez kir ku têkoşîna dijî alûdetiyê berpirsiyariyeke civakî ya ewqas giran e ku nikare tenê li ser milê saziyekê an malbatekê be, û diyar kir ku di civînên ji bo gel de çalakiyên navendê rave dikin û bi rêxistinên civakî yên sivîl û platformên herêmî re di peywendiyê de ne.

Amaç diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanya “Rabin” ku ji aliyê Platforma Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Şiyar Be ve bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad a dijî alûdetiyê rabin” dijî alûdet, fuhûş û xerakirina civakî hatibû destpêkirin, û anî ziman ku dixwazin piştgiriya bi hemû saziyên ku dijî alûdetiyê têkoşînê dikin re mezin bikin.

Amaç got: “Ev pirsgirêk tenê pirsgirêka kesekî an malbatekê nîn e, pirsgirêka hemû gel e. Em dixwazin tevahiya civakê tevlî vê pêvajoyê bibe.”

Amaç destnîşan kir ku di têkoşîna dijî alûdetiyê de pêşî divê hişmendiya civakî derkeve holê û piştre bi hev re gav bêne avêtin, û ragihand ku ew ê xebatên xwe bi vê têgehiştinê berdewam bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan