Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Civakî

Li DÎSMEKê serlêdanên ji bo kursên belaş ên di 14 şaxan de dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kursên serdema nû yên ku dê di bin banê DÎSMEKê de bên lidarxistin dest bi wergirtina serlêdanan kir. Ji bo perwerdehiyên sertîfîkayî û bi belgeya beşdariyê ku bi armanca piştgiriya pêşveçûna pîşeyî, hunerî û kesane di 14 şaxên cuda de bêpere bên dayîn, heta 30ê Îlonê serlêdan dikarin bên kirin.

Serdema nû ya perwerdeyê li Kursên Huner û Pîşeyî yên Amedê (DÎSMEK) ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de çalakiyan dimeşînin, dest pê dike. Di bernameya serdema nû de ku armanc dike welatî jêhatîbûnên pîşeyî bi dest bixin, piştgiriyê bidin pêşveçûna xwe ya kesane û tevlî hilberîna hunerî bibin, 14 şaxên cuda cih digirin. Dê hejmareke sînorkirî ya kursiyeran li perwerdehiyên ku dê bi giştî belaş bin werin qebûlkirin.

DÎSMEKê bi xebatên ku di serdemên berê de meşandibû re derfet da welatiyan ku jêhatîbûnên nû bi dest bixin, pîşeyekî fêr bibin, tevlî hilberînê bibin û bibin xwedî derfetên civakbûnê. Di serdema nû de jî armanc ew e ku bi bernameyên perwerdehiyê yên ku ji bo eleqeyan û pêdiviyên cuda hatine amadekirin, tevkarî li pêşveçûna pîşeyî û hunerî ya kursiyeran were kirin.

Perwerdeyên sertîfîkayî di 8 şaxan de

Di serdema nû ya perwerdeyê de dê li 8 şaxan perwerdeyên sertîfîkayî bên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de dê kursên aşpêjî/pastacîtî, operatoriya komputerê, lênêrîna çerm, perwerdehiya dîksyonê, jimêrariya pêşîn, destkarî (seramîka sar), porbirîn-kuafortî û tekstîlê bên vekirin.

Bi perwerdehiyên ku dê di warên pîşeyî de bên dayîn re armanc ew e ku zanîn û jêhatîbûnên kursiyeran werin pêşvebirin, tevlêbûna wan a jiyana xebatê were piştgirihkirin û gihîştina wan a derfetên kar ên nû hêsantir bibe.

Kursên bi belgeya beşdariyê di warên hunerî û teknîkî de

Di çarçoveya bernameya perwerdeyê ya bi belgeya beşdariyê de jî dê li 6 şaxên cuda ku ev in: Çêkirina lîstokên darîn, tembûr/perwerdehiya deng, karên çîniyê, amadekariya ji bo hunerên xweşik, rêveberiya danesaziyê û kevirbirîn kurs bên lidarxistin.

Bi perwerdehiyên ku warên huner, muzîk, zanist û hilberîna kevneşopî dihewînin re armanc ew e ku jêhatîbûnên kursiyeran werin pêşvebirin, teknîkên nû yên hilberînê fêr bibin û agahiyên ku bi dest xistine bi xebatên pratîkî ve werin qewînkirin.

Perwerde dê li du navendên kursan bên dayîn

Perwerdeyên ku dê ji aliyê perwerdekarên di warê xwe de pispor ve bên meşandin, dê li Navenda Kursan a Sumerparkê û Navenda Kursan a Goletliparkê bên lidarxistin. Agahiyên dîrok û demê yên bernameyên kursan, piştî qedandina pêvajoya serlêdanê dê ji kursiyeran re werin ragihandin.

Serlêdana dawî 30ê Îlonê ye

Serlêdanên ji bo kursên ku kontenjanên wan sînorkirî ne, heta 30ê Îlonê dikarin li ser navnîşana https://DÎSMEK.diyarbakir.bel.tr/ werin kirin.

Welatiyên ku dixwazin der barê pêvajoya serlêdanê û kursan de agahiyên berfireh bistînin, dikarin bi rêya hejmarên telefonê yên Navenda Kursan a Sumerparkê (0412 226 22 65) û Navenda Kursan a Goletliparkê (0412 999 17 03) xwe bigihînin wan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan