Li akademiyan serdema nû ya perwerdeyê dest pê kir
Serdema nû ya perwerde û hîndariyê li Akademî Sûr, Akademî Huzurevlerî û Akademî Çermûgê ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebitin, dest pê kir. Di nava serdema nû ya perwerde û hîndariyê de 550 xwendekarên ku xwe ji bo ezmûnên lîse û zanîngehê amade dikin, dê ji piştgiriya perwerdehiya bêpere û bi kalîte sûd werbigirin.
Serdema nû ya perwerde û hîndariyê ya 2026-2027an li Navenda Etûdê ya Akademî Sûr, Akademî Huzurevlerî û Akademî Çermûgê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Şaxa Perwerdeya Ciwanan de dixebitin, dest pê kir.
Li akademiyên ku bi têgihiştina perwerdehiyek wekhev, bi kalîte û bêpere xizmetê dikin, bi taybetî xwendekarên ku ji aliyê sosyoaborî ve dezavantaj in jî tê de, piştgiriya perwerdehiyê pêşkêşî ciwanên ku ji bo ezmûnên lîse û zanîngehê amade dibin tê kirin. Li navendên ku kadroyeke berfireh a perwerdeyê lê dixebitîne, xwendekaran di dersa ewil a serdema nû de bi mamosteyên xwe re hatin gel hev û dest bi xebatên xwe kirin.
Ji bilî dersan perwerdeya rehberiyê û çalakiyên civakî
Li akademiyan ji bilî dersan, bi armanca piştgirîdana li geşepêdana akademîk a xwendekaran dê ezmûnên ceribandinê, xebatên rehberiyê û bernameyên etûdê bên lidarxistin. Wekî din, ji bo ku tevkariyê li geşepêdana civakî û çandî ya xwendekaran bikin, di tevahiya sezona perwerdehiyê de dê çalakiyên cihêreng bên pêkanîn.
200 xwendekar li qadên ku dixwestin bi cih bûn
Rêveberê Şaxa Perwerdehiya Ciwanan Erhan Kartay ê ku têkildarî serdema nû ya perwerdehiyê nirxandin kirin, diyar kir ku akademiyan sala çûyî piştgiriya perwerdehiyê dane 500 xwendekaran. Kartay got:
"Di bin banê Şaxa Perwerdehiya Ciwanan de li akademiyên ku me sala çûyî xistin meriyetê; hem ji Akademî Sûr hem ji Akademî Huzurevlerî û hem jî ji Akademî Çermûgê bi giştî 500 xwendekarên me sûd wergirtin. Ji van 500 xwendekarên me li Akademî Sûrê di koma YKSê de nêzî 200 xwendekarî li qadên ku dixwestin bi cih bûn. Li Akademî Huzurevlerî û Akademî Çermûgê jî di nav xwendekarên me yên LGSê de bi giştî 60 xwendekar li dibistanên ku dixwestin bi cih bûn. Gihîştin armancên xwe."
550 xwendekar wê perwerdeyê bibînin
Kartay da zanîn ku îsal 500-550 xwendekarî qeyda xwe li akademiyan çêkiriye û diyar kir ku 350 xwendekarên wan li Akademî Sûrê, 200 xwendekar jî li Akademî Huzurevleriyê û Akademî Çermûgê ku xizmetê ji koma LGSê re dikin, perwerdeyê dibînin. Kartay wiha axivî:
"Îsal di rewşa heyî de xwendekarên ku li akademiyên me qeyda xwe çêkirine hene. Ji van 550 xwendekaran 350 xwendekar li Akademî Sûrê ne, 200 xwendekarên me jî li Akademî Huzurevlerî û Akademî Çermûgê ne ku ev der koma LGSê ye."
'Armanca me ew e ku em perwerdehiyeke bêpere ya bi kalîte bidin'
Kartay bal kişand ser armanca bingehîn a akademiyan ku ew jî pêşkêşkirina piştgiriya perwerdeyê ya bêpere û bi kalîte ye û diyar kir ku ew armanc dikin bigihîjin bi taybetî xwendekarên ku rewşa wan a sosyoaborî kêm e. Kartay wiha got:
"Armanc û mebesta me ew e ku em perwerdehiyeke bêpere ya bi kalîte bidin. Armanca me ya ewil ew e ku em bigihîjin xwendekarên ku rewşa wan a sosyoaborî kêm e, wan qezencî perwerdehiyê bikin û piştgiriyê bidin wan."
Ji xwendekaran re pirtûkên bêpere û piştgiriya etûdê
Kartay da xuyakirin ku li akademiyan derfetên mîna yên saziyên perwerdehiyê yên taybet ji xwendekaran re tên pêşkêşkirin, di polan de tebeleyên (tahteyên) bîq hene û alavên perwerdehiyê bi bêpere digihîjin destê xwendekaran. Kartay got:
"Em hemû derfetên ku saziyên perwerdehiya taybet dikarin bidin, pêşkêşî xwendekaran dikin. Di polên me de tebeleyên bîq hene, em alavên perwerdehiyê yên herî baş bi kar tînin. Em piştgiriya pirtûkan a bêpere didin. Odeya etûdê û odeya bîlîşimê hene ku xwendekar jê sûd werdigirin. Ji bilî van, servîsa me ya rehberiyê bi awayekî yek-bi-yek bi xwendekaran re eleqedar dibe û bi pergala erkdarkirina malê ya yek-bi-yek bi xwendekaran re dixebite."
