Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li taxên Kooperatîf û Şehîtlîkê serdana esnafan kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, esnafan li taxên Kooperatîf û Şehîtlîkê ziyaret kirin û daxwazên wan guhdar kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana esnafên taxên Kooperatîf û Şehîtlîkê yên navçeya Yenîşehîrê kirin. Ligel Hevşaredaran, Hevşared

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, esnafan li taxên Kooperatîf û Şehîtlîkê ziyaret kirin û daxwazên wan guhdar kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana esnafên taxên Kooperatîf û Şehîtlîkê yên navçeya Yenîşehîrê kirin. Ligel Hevşaredaran, Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergûn, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, serokên daîreyan û endamên meclîsê jî amade bûn.

Hevşaredar Bucak, li Kolana Şehîtlîkê; Hevşaredar Hatun yek bi yek esnafên li Kolana Yaşar Kemal (Ekinciler) ziyaret kir. Hevşaredaran ku bal kişandin ser xwe, bi esnaf û welatiyan re sohbet kirin û daxwazên wan guhdar kirin.

Hevşaredaran, ji bo ku daxwazên esnafan ên paqijî, dagirkirina peyarêyan û çopê bi cih bînin, rêveberên beşên pêwendîdar erkdar kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan