Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ew dixwazin serê Diyarbekirê bilind bikin

Sporvanên Tîma Atletîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di Şampîyonaya Tirkiyeyê de kupayê bi ser navê Diyarbekirê bistînin kelakel dixebitin.

Tîma Atletîzmê di bin banê Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê Klûba Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin de xebatên xwe dimeşîne û di Fêrgehên Sporê yên bêpere de hatiye kevşkirin, dê 30’ê berfanbarê di Fînala Şampiyonaya Tirkieyê ya Klûbên Atletîzmê de ku li Edenê tê lîstin, dê Diyarbekirê temsîl bike.

Sporvan gelekî xwe serbilind dibînin ku ew ê Diyarbekirê temsil bikin, ji bo di fînalê de bi ser bikevin bi kelegur dixebitin.

Sporvan bi roj diçin xwendegehên xwe û piştî dersê jî têne pîstê rahênanên xwe didomînin.

Sporvan van rojên pileya germê ketiye bin sifirê jî ji rahênanên xwe namînin û armanca wan ew e ku serê Diyarbekirê di nav xelkê de bilind bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan