Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Li Farqîna lehiyê lêxistibû civîna gel pêk hat: Projeya kanalê hat rojevê

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, li Farqîna ku lehî lê rabû û lêmiştê lêxist bi gel re civiyan, di civînê de projeya binesazî û kanalê ya DÎSKÎ’yê anîn rojevê. Hevşaredarên ku guhdariya daxwaz û pêşniyarên welatiyan kirin, ji bo çareseriyên mayînde banga aqilê hevpar kirin.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşana û Têkiliyên bi Gel re, ji bo ku welatî daxwaz, pêşniyar û dîtinên xwe rasterast bigehînin rêveberiya şaredariyê, organîzekirina civînên gel berdewam dike. Di vê çarçoveyê de bi hevkariya Şaredariya Farqînê li Taxa Baxlarê ya ser bi navçeya Farqînê ve civîna gel hat lidarxistin.

Di civînê de ku li Mala Şînê ya Ferîdunê pêk hat û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da; Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen, rayedarên Rêxistina Navçeya Farqînê ya Partiya DEMê, endamên Meclisa DBB’yê, Cîgira Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, serokên daîreyan, rayedarên DÎSKÎ’yê û gelek welatî beşdar bûn.

Rojeva sereke ya civîna gel; dîtina çareseriyên mayînde ji bo pirsgirêkên binesaziyê yên ku piştî lehî û rabûna ava li navçeyê derketine holê bû.

Hûrgiliyên projeya kanala DÎSKÎ’yê ku di lêkolînên qadê de hatine tespîtkirin û di nava baxçe û milkên welatiyan re derbas dibe hatin parvekirin, mebesta projeyê û rêya ku bê şopandin ji welatiyan re hat ravekirin.

Hevşaredar Bucak: Çareserî dê paşerojê jî bihewîne

Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak li vir axaftinek kir û diyar kir ku ew di lêgerîna çareseriyê de ne û destnîşan kir ku ev çareserî dê ne tenê ya îro, bibe ya paşerojê jî. Hevşaredar Bucak anî ziman ku ji ber plankirina tax û kolanan nehatiye kirin, binesazî jî li gorî vê nehatiye plankirin û ji ber vê yekê hem gel hem jî şaredarî tengasiyê dikişînin û got: “Bi rastî jî divê em hem zarokên xwe hem jî jiyana xwe biparêzin. Ji ber vê yekê îro bêguman em dixwazin nîqaş bikin, guhdariya pêşniyarên we bikin. Dibe ku ev çareserî sedî sed dilê her kesî rehet neke, lê dîsa jî em dixwazin li vir diyalogekê deynin û guhdarî bikin. Werza zivistanê ya li pêşiya me ji bo gelê me, ji bo paşeroja me nebe xetereyek.”

Hevşaredar Ay: Divê çareseriyeke hevpar bê dîtin

Hevşaredarê Bajarê Mezin Emîn Ay jî diyar kir ku divê hemû şaredarî li gel Bajarê Mezin balê bikişînin ser çareseriya vê pirsgirêkê. Ay anî ziman ku divê pirsgirêk bi hevkariyê bê çareserkirin û got: “Ji bo vê pirsgirêka ku mîna nexweşiyekê bandorê li dora Farqînê dike, alîkariya me hemûyan pêwîst e. Divê çareseriyeke hevpar bê dîtin.”

‘Kêmasî ne ji îhmalkariyê, ji bêderfetiyê ne’

Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen jî anî ziman ku ji roja ku hatine ser kar vir ve hewl didin pirsgirêkên gelê Farqînê çareser bikin, kêmasiyên wan hene lê ev rewş ne ji îhmalkariyê, ji bêderfetiyê ye. Hevşaredar Esen bal kişand ser pirsgirêka binesaziyê ya li Taxa Feridun û Baglarê û got: “Beriya niha destûr hatiye dan ku bajêr li ser çal û şîpên çeman bê avakirin, ev yek jî bi awayekî neçarî tevî lehî û rabûna avê dibe pirsgirêk. Ji bo ku em vê çareser bikin em bi Bajarê Mezin û DSÎ’yê re dikevin têkiliyê. Divê kanala ku dê ev av jê bê texliyekirin bê çêkirin, em piştgiriya we dixwazin.”

Piştî axaftinan welatî û muxtarên li taxê dijîn, bi taybetî kêmasiyên binesaziyê, xebatên rê û mexdûriyetên piştî lehiyê, pirsgirêkên kronîk ên li taxên xwe anîn ziman û daxwaza çareseriyê kirin.

Welatiyên ku diyar kirin projeya kanalê bi giştî erênî dibînin, destnîşan kirin ku xebatên binesaziyê yên li herêma Sîteya Sanayiyê, Fidan Kent û Kanala Mezin kêm dimînin. Welatiyan bal kişand ser wê yekê ku di mehên zivistanê de ji ber bendbûna di xetên kanalîzasyonê de bêhn û gemarî çêdibe û daxwaz kirin ku binesazî bi lezgînî bê tamîrkirin.

‘Asfalt û binesaziya mayînde şert e’

Welatiyên ku rexneyên xwe yên derbarê xebatên rê û peyadetiyan de jî anîn ziman, diyarkirin ku sepandinên kevirên parkeyê kêm dimînin û piştî avakirina malan/xebatan rê dîsa xirab dibin. Welatiyên ku gotin divê rêyên li herêmê, bi taybetî Kolana Gülê bi çareseriyên demdirêj bêne asfaltkirin, daxwaz kirin ku beriya serbinesaziyê pirsgirêkên binesaziyê bi temamî bêne çareserkirin. Hat teqezkirin ku ji bo pirsgirêk bi awayekî mayînde bêne çareserkirin divê ne tenê şaredariya navçeyê; Bajarê Mezin û Karên Avê yên Dewletê (DSİ) jî tevlî pêvajoyê bibin û xebateke hevpar û koordîne bimeşînin.

‘Em ê bi hev re bikin’

Hevşaredar Bucak ku piştî axaftinan axivî, diyar kir ku pirsgirêka binesaziyê ya Farqînê ne tenê bi çend taxan re sînordar e û got: “Heke di vê xebata ku em ê bikin de kesên ku zirarê bibînin, neçar bimînin ku dîwarê baxçê xwe hinekî paşde bikişînin yan jî pirsgirêka trafîk û veguhastinê hebe, çareseriya vê Şaredariya me ya Farqînê dê bibîne. Em ê vê bi hev re bikin.”

‘Em neçar in ku bi hev re piştgiriyê bidin’

Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku DÎSKÎ’yê piştî erdheja 2023’an li Farqîn û Erxeniyê bi hewldanek mezin ji Ajansa Geşepêdanê ya Japonî JICA’yê hîbe girtiye û destnîşan kir ku hîbeya behsa wê tê kirin dê li Farqînê bê xerçkirin. Hevşaredar Bucak bal kişand ku ew neçar in li Farqînê çareseriya mayînde hilberînin û diyar kir ku divê bi hev re piştgirî bê dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan