Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Wesayîta Servîsê ya ku di berfê de asê mabû hat rizgarkirin

Şaredariya Mezin a Amedê, li navçeya Farqînê wesayîta servîsê ya mamosteyan a ku ji ber barîna berfê asê mabû, rizgar kir.

Serokatiya Karûbarên Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê, xebatên vekirina rêyan li hemberî barîna berfê didomîne. Ekîp, li ser agahdarkirina ku wesayîta servîsê ya ku di saetên sibehê de ji navçeya Farqînê diçû taxa Salikan û Çilikanê û tê de mamoste hebûn, di berfê de asê maye, zend û bend badan.

Ekîpên ku rê vekirin û gihîştin cihê ku servîs tê de asê mabû, piştî ku tedbîrên ewlehiyê girtin, bi makîneya xebatê wesayîta servîsê ji cihê ku tê de asê mabû derxistin.

12 kîlometre rê hat vekirin

Ekîpan di çarçoveya xebatên ku li rêya taxa Salikanê dimeşînin de, 12 kîlometre rê vekir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan