Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Festîvala Taybetî ya Vegan Çiftlik tê Amedê

Bi hevkariya Şaredariya Mezin a Amedê û Komeleya Perspektîfa Vegan, 10 fîlmên di hilbijartina taybet a Festîvala Navneteweyî ya Kurtefîlman a Vegan Çiftlik de dê li Navenda Çand û Kongreya Çand Amedê bên nîşandan. Hilbijartina taybet a festîvala kurtefîlman a Vegan Çiftlik, ku îsal a duyemîn li Foça

Bi hevkariya Şaredariya Mezin a Amedê û Komeleya Perspektîfa Vegan, 10 fîlmên di hilbijartina taybet a Festîvala Navneteweyî ya Kurtefîlman a Vegan Çiftlik de dê li Navenda Çand û Kongreya Çand Amedê bên nîşandan.

Hilbijartina taybet a festîvala kurtefîlman a Vegan Çiftlik, ku îsal a duyemîn li Foçayê hat lidarxistin, dê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Veganên Cîhanê li Amedê bê nîşandan. Di çalakiyê de ku bi hevkariya Yekîneya Sînemayê ya Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Mezin a Amedê tê lidarxistin, 10 kurtefîlm dê bên nîşandan.

Nîşandan dê li Navenda Çand û Kongreya Çand Amedê roja 1'ê Mijdarê saet 20:00'an de bê lidarxistin û belaş e.

Ev fîlm dê derkevin pêşberî temaşevanan: Bêgan (Başlamak), Palıssade (Çit), Polita (Kibar), Comme Un Homard (Wek Kêzikê), Dissapeared Pine Tree (Dara Kajê ya Windabûyî), Una Vez Manejê de Noche (Şevek li Ser Rê), Only With You (Tenê Bi Te Re), Carnê E-S (Goşt), Ovo (Hêk), Du Bout Des Doigts (Kulîlkeke Bêdeng).

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan