Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak bi şaredarên Filistîn û Urdunê re rûnişt

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Şaredarê Nablusê yê Filistînê Samî A. Hijcawî û Şaredarê Bajarê Mezin ê Ajloûna Urdunê Hamza Al Zghoul ên ku beşdarî civîna UCLG-MEWAyê bûn re hevdîtinek pêk anî. Civîna Hevbeş a Lijneya Rêveber û Meclisa Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Şaredarê Nablusê yê Filistînê Samî A. Hijcawî û Şaredarê Bajarê Mezin ê Ajloûna Urdunê Hamza Al Zghoul ên ku beşdarî civîna UCLG-MEWAyê bûn re hevdîtinek pêk anî.

Civîna Hevbeş a Lijneya Rêveber û Meclisa Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG-MEWA) ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di navbera rûniştinan de bi şaredar û heyetan re hevdîtin pêk anîn.

Hevşaredar Bucak, Şaredarê Nablûsê yê Filistînê bi Dr. Samî A. Hijcawî û Şaredarê Bajarê Mezin ê Ajlouna Urdunê Hamza Al Zghoul re hevdîtinek pêk anî. Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWAyê Mehmet Duman, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk û Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk jî beşdarî civînê bûn.

Di hevdîtinê de geşedanên li herêmê hatin nîqaşkirin, hevkariya di navbera şaredariyan û xebatên hevpar ên ku dikarin bikin hatin nirxandin. Di hevdîtinê de hevşaredaran xebatên hikûmetên navendî û rêveberiyên herêmî yên li Filistîn û Urdunê şîrove kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan