Hevşaredar Hatun beşdarî Fuara Turîzm û Geştê ya Rojhilatê Anadoluyê bû
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî 14emîn Fuara Turîzm û Geştê ya Rojhilatê Anadoluyê bû ku îsal li Wanê hat lidarxistin, bû. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Fuara Turîzm û Geştê ya Rojhilatê Anadoluyê ku di pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de deriyên xwe vekir, stand
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî 14emîn Fuara Turîzm û Geştê ya Rojhilatê Anadoluyê bû ku îsal li Wanê hat lidarxistin, bû.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Fuara Turîzm û Geştê ya Rojhilatê Anadoluyê ku di pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de deriyên xwe vekir, stand vekir. Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, di fuara ku dê 3 rojan mêvandariya xwe bike dê Amedê bide nasîn.
Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, beşdarî vekirina fuarê bû. Hevşaredar Hatun piştî vekirinê li standa Bajarê Mezin mêvan pêşwazî kirin. Piştre Hevşaredar Hatun serdana standên din kir.
Di standa ku Midûriyeta Şaxa Turîzmê ya Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi hev re hat avakirin de, wê dîroka dewlemend, gastronomî û tûrîzma Diyarbekirê ji ajansên geştiyariyê yên xwecihî û yên biyanî yên ku beşdarî wê bibin, bête nasandin. Fuar dê 3 rojan bidome.
