Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Standa Şaredariyê ya li Fûara Pirtûkan eleqeyeke baş dibîne

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 8emîn Fuara Pirtûkan de stand vedike û bi malzemeyên danasînê çanda bajêr dide nasîn. 8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya TUYAP û Komeleya Weşangerên Tirkiyeyê li Navenda Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Mezopotamyayê hat vekirin û 216 weşanxaneyan s

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 8emîn Fuara Pirtûkan de stand vedike û bi malzemeyên danasînê çanda bajêr dide nasîn.

8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya TUYAP û Komeleya Weşangerên Tirkiyeyê li Navenda Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Mezopotamyayê hat vekirin û 216 weşanxaneyan standên xwe vedan û zêdetirî 400 nivîskar û helbestvan derdikevin pêşberî pirtûkhezan, di roja duyemîn de berdewam dike.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, bi pirtûkên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li standa ku li fuarê vekir, dîrok û çanda bajêr dide nasîn.

Standa Şaredariya Bajarê Mezin a ku ji aliyê welatiyan ve eleqeyeke mezin kişand, dê di fuara ku heta 8ê Kanûnê dê bidome, danasîna Diyarbekirê bi mêvanan re bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan