Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak maça Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê temaşe kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji trîbûnan temaşe kir. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, maça Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê û Klûba Sporê ya Ciwanan a FOMGETê li Tesîsên Seyrantepeya Şîlbeyê bi temaşevanan re şopand. Hevşaredar Bucak di n

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji trîbûnan temaşe kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, maça Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê û Klûba Sporê ya Ciwanan a FOMGETê li Tesîsên Seyrantepeya Şîlbeyê bi temaşevanan re şopand.

Hevşaredar Bucak di navbera maçê de û di dawiya maçê de bi komên temaşevanan re hat cem hev û demekê bi temaşevanan re sohbet kir.

Hevşaredar Bucak piştî maç 1-1 qediya di daxuyaniya xwe de Tîma Futbolê ya Jinan a Amedpsorê pîroz kir.

Hevşaredar Bucak jî xwest hemû maçên Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ya li Amedê tên lîstin bên temaşekirin û wiha got:

"Em wek Hevşaredar û endamên meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, gelê hêja yê Amedê bi taybetî hevalên xwe yên jin ên ciwan vedixwînin da ku destekê bidin futbola jinan a Amedsporê. Divê hevalên me yên jin teqez cihê xwe di trîbûnan de bigirin."

Hevşaredar Bucak tevî endamên Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan