Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mêvanên ku ji bo civîna UCLG-MEWAyê hatine Amedê cihên dîrokî geriyan

Mêvanên ku ji bo Civîna Hevpar a Desteya Rêveber û Konseya UCLG-MEWA ya ku dê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin hatin Amedê, cihên dîrokî û çandî geriyan. Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun, piştî gerê di resepsiyonê de bi mêvanan re hevdîtin pêk anî. Ji bo civîna hevpar

Mêvanên ku ji bo Civîna Hevpar a Desteya Rêveber û Konseya UCLG-MEWA ya ku dê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin hatin Amedê, cihên dîrokî û çandî geriyan. Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun, piştî gerê di resepsiyonê de bi mêvanan re hevdîtin pêk anî.

Ji bo civîna hevpar a Desteya Rêveber û Konseya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG-MEWA) ya ku dê di 23-24ê Cotmehê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin, nêzî 30 şaredar û hevserokên şaredariyên bajarên mezin û rêveber ji nav welat û derveyî welat hatin Amedê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo mêvanên ku hatine Amedê çalakiyek gerê li ser cihên dîrokî û çandî yên bajêr li dar xist.

Rêberên Midûriyeta Beşa Turîzmê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, di çalakiya gerê de bi Îngilîzî û Erebî derbarê cihên dîrokî û çandî yên Amedê de agahî dan mêvanan.

Mêvanên ku endamên meclisa Şaredariya Bajarê Mezin û karmend bi wan re bûn, bi rêzê Birc, Mizgefta Hz. Silêman, Dêra Surp Gîragos, Mînareya Çar Ling, Xana Hesen Paşa, Mizgefta Mezin, Çarşiya Şewitî, Mala Dengbêjan û Qonaxê Cemîl Paşa geriyan.

Hevserok di resepsiyonê de bi mêvanan re hatin ba hev

Mêvan piştre derbasî Qonaxê Cemîl Paşa bûn. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, di resepsiyona ku li qonaxê hat dayîn de bi mêvanan re hatin ba hev û sohbet kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan