Paqijiya cejnê li goristanan
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê li goristanan xebata paqijiyê kir. Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê di çarçoveya amadekariyên Cejna Qurbanê de dest bi xebatên xwe kir da ku welatî karibin di jîngeheke paqij de serdana gorên kesûkarên xwe bikin. Ekîbên Midûriy
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê li goristanan xebata paqijiyê kir.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê di çarçoveya amadekariyên Cejna Qurbanê de dest bi xebatên xwe kir da ku welatî karibin di jîngeheke paqij de serdana gorên kesûkarên xwe bikin.
Ekîbên Midûriyeta Karên Tenduristiyê û Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan jî beşdarî xebatên li Goristana Yenîkoyê hatin destpêkirin bûn. Ekîban pûş û pelaxê li qada goristanê çinîn, rê paqij kirin û şûştin, gilêş kom kirin û çop bi wesayîtan birin qada çopê.
Hemû goristan dê bên paqijkirin
Ekîb piştî ku xebatên xwe yên li Goristana Yenîkoyê bi dawî kirin dê li Goristana Şehîdlik, Mêrdînkapi, Çiftehavuzlar, Alipinar û Goristana Qedîm a Suryaniyan xebatên paqijiyê bimeşînin.
