'Gotûbêjên Bîra Çandî' Li Muzexaneya Bajêr tên lidarxistin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Muzexaneya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa, dê di meha Mijdarê de bi beşdariya akademîsyen, perwerdekar, nivîskar û arkeologan, gotûbêjên bîra çandî bi sernavên cuda organîze bike. Salona Pêşangeha Demkî ya Muzexaneya Bajêr, ku di çarçoveya Serokatiya Daîreya Çand û Karên
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Muzexaneya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa, dê di meha Mijdarê de bi beşdariya akademîsyen, perwerdekar, nivîskar û arkeologan, gotûbêjên bîra çandî bi sernavên cuda organîze bike.
Salona Pêşangeha Demkî ya Muzexaneya Bajêr, ku di çarçoveya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin de kar dike, dê mazûvaniya gotûbêjên bîra çandî bike. Hemû gotûbêj dê di saet 14.00'an de dest pê bikin.
Dîrok | Dem | Beşdar | Sernav
7 Mijdar | 14.00 | Perwerdekar-Nivîskar Filiz Parlak | "Pêjgeha Amedê (Diyarbakır Mutfağı)"
8 Mijdar | 14.00 | Akademîsyen M. Alîşan Budak | "Çanda Muzîka Bajarî ya Diyarbekirê di Sedsalên 19 û 20’an de"
14 Mijdar | 14.00 | Nivîskar Mehmet Şimşek | "Suryaniyên ji Gelên Qedîm ên Amedê (Diyarbakır Kadim Halklarından Süryaniler)"
28 Mijdar | 14.00 | Arkeolog Doktora Şivan Ayûs û Arkeolog Doktora Fatma Durma | "Ji Bingeha Leşkerî heta Deverên Pîroz: Kela Zerzevan û Baweriyên Veşartî yên Romayê"
Gotûbêjên bîra çandî dê derfetê bidin welatiyan ku li ser dîrok, çand û nirxên kevnar ên Amedê agahdariyên kûr bi dest bixin.
