Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Guzeloglu behsa projeya Silîva kir

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di 3yemîn Şêwra Çandinî û Daristanê de der barê geşedana sewalvaniyê li herêma Diyarbekirê de axivî û got ku bi pêkhatina projeya Silîva Diyarbekir dê di warê çandinîyê de barê herêmê hilde.

Walî Hasan Basrî Guzeloglu, di civîna Nirxandina Pirsgirêkên Sewalvaniya Koçerî û Pêşniyarên Çareseriyê de amade bû. Civîn ji aliyê Midûrtiua Çandiniya Bajêr a Diyarbekirê ve bi navê 3yemîn Şêwra Çandinî û Daristanê ve hate lidarxistin.

Civîn, li otêleka Yenîşehrê ya Diyarbekirê bi beşdariya Walî Guzeloglu û giregirên bajêr bi rê ve çû. Di civînê de pirs û pirsgirêkên der barê çandinî, sewalvanîyê de hatin axaftin û behsa projeyan hate kirin. Di civînê de potansiyela herêmê hate nirxandin û giringiya projeyan hate nirxandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan