Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Guzeloglu beşdarî Projeya Anadoluya Dîjîtal bû

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di civîna Projeya Anadoluya Dîjîtal ku ji aliyê TURKONFED û Bankaya Îş a Tirkiyeyê bo cara sêyan li Diyarbekirê tê lidarxistin, amade bû.

Bi hevkariya TURKONFED û Bankaya Îş ya Tirkiyeyê, bi malovaniya DOGUNSÎFEDê li Diyarbekirê civîna Projeya Anadoluya Dîjîtal hate lidarxistin. Civîn li otêleka Diyarbekirê bi rê ve çû, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Serokê Desteya Rêveber a TURKONFEDê Orhan Turan, Alîkarê Midûrê Giştî yê Bankaya Îşê Şahismail Şimşek, Serokê Desteya Rêveber a DOGUNSÎFEDê Aziz Ozkiliç û KOBÎyên Diyarbekirê di civînê de amade bûn.

Walî Guzeloglu, di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya dîjîtalbûnê û got ku ji bo dîjîtalbûna li Diyarbekirê xebatên wan hene.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan