Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Guzeloglu: Diyarbekir navenda zanistê ye

Li Zanîngeha Dîcleyê konferansa “Dad, Ombudsmanî û Zanîngeh” hate lidarxistin Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu di konferansê de axivî û got, “Zanîngeha Dîcleyê ji bo pêşketina zanistê li bajarê me, barekî giran hildaye, bi mamoste û kadroyên xwe roleke giring pêk tîne. Wê bi hewldan û xebatên xwe bi rastî jî destkeftiyên mezin ji bajarê me re pêk anîne.”

Serrawêjkarê Saziya Rawêjkariya Cemaweriyê Şeref Malkoç û Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di konferansa bi navê “Dad, Ombudsmanî û Zanîngeh” de amade bûn. Di konferansê de bi biryara Senatoya Zanîngeha Dîcleyê unvana doktoraya faxrî dan Malkoç.

Di konferansê de Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, axaftinek kir û der barê pêşketina zanistî ya li bajarê Diyarbekirê de xweşhaliya xwe anî ziman û hewldan û xebatên zanîngehê di vî warî de bi dilxweşî pêşwazî kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan