Guzeloglu ray da wêneyan
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di pêşbirka “Wêneyên Salê” ya ji aliyê Ajansa Anadoluyê (AA) ve hate idarxistin de beşdarî dengdanê bû.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di pêşbirka “Wêneyên Salê” ya ji aliyê Ajansa Anadoluyê ve hate idarxistin de beşdarî dengdanê bû. Pêşbirk di kategoyên nûçe, jiyan û sporê de hate lidarxistin û peyamnêrên AAyê li derve û hundirê welêt bi wêneyên xwe beşdarî pêşbirkê bûn.
Walî Guzeloglu, di dengdanê de, di kategoriya nûçeyan de wêneyê peyamnêr Hasan Namli yê bi navê “Em zarokên xwe paşve dixwazin”, di kategoriya jiyanê de wêneyê peyamnêr Ozge Elif Kizil ê bi navê “Parzemîna zanist û aştiyê” û di kategoriya sporê de jî wêneyê Şebnem Coşkun ê bi navê “Ji Şahîka Ercumenê rekora cîhanê” ecibandin û ew hilbijartin.
