Guzeloglu serdana Taxa Karacadaxê kir
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana Taxa Karacadaxê ya Baglarê kir û bi rûspî, muxtar û şêniyên taxê re hevdîtinek pêk anî.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana Taxa Karacadaxê ya Baglarê kir. Walî Guzeloglu di serdanê de bi rûspiyên taxê, muxtar û şêniyên taxê re hevdîtinek berfireh pêk anî û guhdariya daxwaz û pirsgirêkên taxîyan kir. Guzeloglu, serdana ziyareta Seyyid Mihemedê Şêxê Zirav û Seyyîd Şêx Ehmedê Qerejdaxî kir, di serdanê de ligel Walî Guzeloglu, qeymaqamê Baglarê Nihat Karabiber, Şaredarê Baglarê Huseyîn Beyoglu û Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman jî amade bûn.
Walî Guzeloglu, ji aliyê Kevne Şaredarê Taxa Atatosunê Ahmed Karacadag, rûspiyên gund, muxtar û welatiyan ve hate pêşwazîkirin û piştî nivêja nîvro serdana ziyaretên Seyyid Mihemedê Şêxê Zirav û Seyyîd Şêx Ehmedê Qerejdaxî kir û li ser wan dua kirin. Paşê çûn mala Ahmed Karacadag û li vê derê civînek bi rûspî, muxtar û şêniyên gund re kir. Walî di axaftina xwe de behsa proje û xizmetguzariya bo bajêr kir.
