Guzeloglu serdana Taxa Karacadaxê kir
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana Taxa Karacadaxê ya Baglarê kir û bi rûspî, muxtar û şêniyên taxê re hevdîtinek pêk anî.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana Taxa Karacadaxê ya Baglarê kir. Walî Guzeloglu di serdanê de bi rûspiyên taxê, muxtar û şêniyên taxê re hevdîtinek berfireh pêk anî û guhdariya daxwaz û pirsgirêkên taxîyan kir. Guzeloglu, serdana ziyareta Seyyid Mihemedê Şêxê Zirav û Seyyîd Şêx Ehmedê Qerejdaxî kir, di serdanê de ligel Walî Guzeloglu, qeymaqamê Baglarê Nihat Karabiber, Şaredarê Baglarê Huseyîn Beyoglu û Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman jî amade bûn.
Walî Guzeloglu, ji aliyê kevneşaredarê Taxa Atatosun Ahmet Karacadag, rûspî, muxtar û şêniyên gund ve hate pêşwazîkirin. Piştî nimêjê Walî û şanda pê re serdana Zîyareta Seyyid Mihemedê Şêxê Zirav û Seyyîd Şêx Ehmedê Qerejdaxî kir. Paşê li mala Ahmed Karacadag, bi rûspî û muxtar û şêniyên gund re hevdîtinek hate kirin û pirs û xizmetguzariya bo bajêr hate axaftin.
