Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Guzeloglu xebata xwêkirin û maliştinê seh kir

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, xebatên xwêkirin û maliştina rê û peyarêkan a ji befirê li navçeya Rezanê kir û der barê xebatan de agahî wergirtin.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, xebatên xwêkirin û maliştina rê û peyarêkan ên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rezanê ve li navçeya Rezanê têne meşandin, seh kirin û der barê xebatan de agahî wergirtin.

Guzeloglu xebata maliştin û xwêkirina li Cadeya Sento ya li Taxa Şeyhşamil, Bulvara Medîne û Cadeya Emekê tên meşandin seh kirin û der barê xebatê de agahî da esnaf û welatiyan. Guzeloglu dema sehbêriyê bi şofêran re jî axivî û ji wan xwest ku hayê wan ji qeşagirtinê hebe û neşemitin. Di sehbêriyê de li Walî Guzeloglu, Cîgirê Walî Nihat Karabiber û Şaredar Rezanê Huseyin Beyoglu jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan