Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tîma Hendbolê ya DBBê derket tûra din

Tîma Hentbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di maçên Koma Play-offê yên Lîga 1emîn de bi 3 ji 3yan derket tûra din.

Tîma Hentbolê ya Diyarbekirê Buyukşehir Belediyespor a ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin, maçên koma Play-offê ya 1emîn bê têkçûn temam kir.

Tîma Hendbolê ya DBByê di maça ewil de li Nîgdeyê li hemberî Şîran Yildiz 41-29, di maça duyemîn de li hemberî Kayserî Rebasporê 34-28 û di maça sêyemîn de jî li hemberî Maraş Tekstilsporê 42-27 bi ser ket û derket tûra duyemîn.

Tîma Hendbolê ya DBByê piştî ku maçên komê temam kirin dê li Enqereyê di çarçoveya salnameya ku ji bo hilkişîna Lîga 1emîn bê diyarkirin de di maçên Play-Offê de bilîze.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan