Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

'Hevdîtinên gel karsazan' didomin

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di çarçoveya “hevdîtinên gel karsazan” de li avahiya Rêvebriya OSBê li gel karsazan hevdîtinek pêk anî û der barê xizmetguzariya bajêr de şêwrek li dar xist.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, ji bo der barê serdema nû de agahiyan bide ka ew ê çi xizmetguzariyê bo bajêr bikin, li OSBê di çarçoveya “Hevdîtinên Gel Karsazan” de bi karsazan re hevdîtinek li dar xist.

Hevdîtin, li avahiya rêveberiyê ya OSBê bi rê ve çû, Walî Hasan Basrî Guzeloglu, ji aliyê Serokê Desteya Rêveber a OSBê Aziz Odanbaşi û endamên Desteya Rêveber ve hate pêşwazîkirin. Walî Guzeloglu, di salonan civînan de bi karsazan re rûnişt û diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku bo xizmetguzariya Diyarbekirê bi karsazan re rêze hevdîtinan çêdike û bo plansazî û çareseriyan bi wan re dişêwire. Di civînê de Walî Guzeloglu behsa plansaziya dema pêş kir û bîr û boçûna xwe bi karsazan re parve kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan