Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Serdana Hevgirtinê ya Komeleya Jinên Koçber

Komek jinên Komeleya Jinên Koçber, serdana Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Komek jinên Komeleya Jinên Koçber ku ji Tirkiyeyê koçî Elmanyayê kirin û bi salan e li Elmanyayê bi awayekî aktîf xebatên jinan dimeşînin, serdana Beşa Xizmetên Jin û Malbat

Komek jinên Komeleya Jinên Koçber, serdana Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Komek jinên Komeleya Jinên Koçber ku ji Tirkiyeyê koçî Elmanyayê kirin û bi salan e li Elmanyayê bi awayekî aktîf xebatên jinan dimeşînin, serdana Beşa Xizmetên Jin û Malbatê kirin. Jin ji aliyê Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, Endamên Meclîsa Şaredariyê Gulay Kiliç û Demet Ceylan, Rêvebera Şaxa DÎKASUMê Eylem Karaaslan û rêveberên yekîneyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de jinên Komeleya Jinên Koçber axivîn û diyar kirin ku ew ji bo tecrubeyên jinên herêmê yên di warê têkoşîna wekheviyê de werbigirin, ji bo avakirina şebekeyê û ji bo hevgirtinê hatine Amedê.

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, der barê xebatên wan ên ji bo jinan û xebatên stargehê de agahî da.

Di serdanê de peyamên hevgirtinê hatin dayîn û hat hêvîkirin ku ji bo xebatên hevpar têkilî berdewam bin.

Jinan her wiha pêdiviyên lezgîn ên ku ji bo jin û zarokên di stargehê de kirîbûn, ji bo hevgirtinê radestî Wezareta Karûbarên Jin û Malbatê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan