Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran li Sûmerparkê yekîneyên şaredariyê kontrol kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, yekîneyên Midûriyeta Xizmetên Civakî û Ciwanî û Sporê ziyaret kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Xizmetên Ciwan û Sporê û yekîneyên girêdayî wê yên li Qada Jiyana Hevpar a Sûmer

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, yekîneyên Midûriyeta Xizmetên Civakî û Ciwanî û Sporê ziyaret kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Xizmetên Ciwan û Sporê û yekîneyên girêdayî wê yên li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê ziyaret kirin.

Hevşaredaran li gel Alîkarên Sekreterê Giştî Reşat Bakan û Ozgur Yildirim, Serokên Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê û Xizmetên Civakî û endamên meclîsê yek bi yek yekîneyên xizmetê yên li Sûmerparkê ziyaret kirin. Hevşaredaran kursên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatine vekirin lêkolîn kirin û der barê xebatan de agahî ji serokên beşan û rêveberên yekîneyan wergirtin.

Hevşaredaran bi xebatkar û perwerdekarên yekîneyên xizmetê re sohbet kirin û daxwazên xwendekaran ên têkildarî Pirtûkxaneya Bajarê Mehmed Uzun guhdar kirin. Hevşaredaran ji bo dewlemendkirina naveroka pirtûkxaneyê serokên yekîneyan wezîfedar kirin.

Hevşaredarên ku xwestin xebat bi baldarî bên meşandin, piştre çûn serdana Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB).

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan