Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Hatun xebatên li Parka Jiyana Civakî hatine destpêkirin seh kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, xebatên ku li navçeya Yenîşehîrê li Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê hatine destpêkirin saxtî kir. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li Parka Jiyana Civakî û Qada Rekreasyonê ya Karakopruyê ya ku bi tevahî 201 hezar metrekare li qeraxa Çemê Dîcleyê

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, xebatên ku li navçeya Yenîşehîrê li Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê hatine destpêkirin saxtî kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li Parka Jiyana Civakî û Qada Rekreasyonê ya Karakopruyê ya ku bi tevahî 201 hezar metrekare li qeraxa Çemê Dîcleyê ya navçeya Yenîşehîrê ku bêkar mabû û wêran bû, dest bi xebatên nûkirinê kir.

Ekîbên Midûriyeta Park û Baxçeyan hemû qad ji gîha paqij kirin, cûrbecûr kulîlk çitandin û giya çinîn. Ekîban li qada pîknîkê bazalt, kerpîç, kevirên kilît, kamelya û rûniştgehên şikestî û xerabûyî temîr kirin û têlên derdora qada futbolê ya sentetîk nû kirin.

Nûkirin û temîrkirina avahiyan tê kirin

Ekîbên ku têlên panelê temîr kirin, dest bi nûkirin û temîrkirina avahiyên ku li qada pîknîkê hebûn lê nedihatin bikaranîn.

Hevşaredar Hatun sehetî kirin

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê ya ku xebat lê didomin ziyaret kir û li cihê xebatê lêkolîn kir.

Hevşaredar Hatun ku der barê xebatên tên meşandin de agahî ji serokên yekîneyan girt, xwest di demeke herî kurt de xebat bi dawî bibin û qad ji raya giştî re bê dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan