Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran li gundê Elwendî serdana welatiyan kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi welatiyan re li Elwendî yê navçeya Çinarê hatin cem hev, li daxwazên wan guhdarî kirin û diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkan çi pêwîst bike dê bikin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdanên xwe yên li navçe

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi welatiyan re li Elwendî yê navçeya Çinarê hatin cem hev, li daxwazên wan guhdarî kirin û diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkan çi pêwîst bike dê bikin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdanên xwe yên li navçeyan didomînin. Hevşaredarên ku çûn serdana gundê Elwendî ya navçeya Çinarê, Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu û endamên meclîsê jî li gel hevşaredaran hatin.

Hevşaredaran guh dan daxwazan

Hevşaredar bi muxtar û welatiyan re hatin cem hev, bi şêniyên taxê re sohbet kirin, daxwaz û pêşniyarên wan guhdar kirin. Hevşaredaran diyar kir ku bandora rêveberiya qeyûmê ya li 17 taxan hê jî didome û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan ên li gundan çi pêwîst bike dê bikin.

Kontrola li ser rêya gundan

Hevşaredaran rêya taxa Koma Elwendî a 5 kîlometre û nîv ku, xebatên jêrzemînê bi dawî bûn, lê ji ber sedemên cuda yên dema qeyûman nehat asfaltkirin, xebat hatin destpêkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan