Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Dogan Hatun mazûvaniya muxtar û welatiyan kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, endamên Komeleya Muxtarên Licê û gelê gundê Kuyeya Pasûrê pêşwazî kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, endamên Komeleya Muxtarên Licê û şêniyên gundê Kuye ya Pasûrê qebûl kir û der barê pirsgirêkên wan de agahî wergirtin. Hevşaredar Hatun x

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, endamên Komeleya Muxtarên Licê û gelê gundê Kuyeya Pasûrê pêşwazî kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, endamên Komeleya Muxtarên Licê û şêniyên gundê Kuye ya Pasûrê qebûl kir û der barê pirsgirêkên wan de agahî wergirtin. Hevşaredar Hatun xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên li taxên gundewarî dijîn vegot.

Di hevdîtinê de Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk û endamên meclîsê, endamên komeleyê û welatiyan serkeftin ji rêveberiya Bajarê Mezin re xwestin. Hevşaredar Hatun kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û spasiya endamên şandeyê kir.

Ji xelkê taxa Tilhamî serdana Ozdogan kirin

Muxtarê taxa Tilhamî ya navçeya Yenîşehîrê Bedrî Dîrî û gelê taxê bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Azîz Ozdogan re hevdîtin pêk anîn û pirsgirêkên xwe vegotin.

Ozdoganê ku der barê pirsgirêkên taxê de agahî girt, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê bi lez û bez tevbigerin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan