Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak û Hatun qadên xebatê saxtî kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun Tesîsên Sporê yên Şîlbê, xebatên rêya servîsê ya Bulvara Mahabadê û Parka Kardeşlîkê kontrol kirin. Hevşaredar Bucak û Hatun ewil Tesîsên Sporê yên Şîlbê ziyaret kir. Hevşaredar bi xwendekarên ku ji dewreyên Beşa Xizmetên Ciwan û Werzîşê sû

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun Tesîsên Sporê yên Şîlbê, xebatên rêya servîsê ya Bulvara Mahabadê û Parka Kardeşlîkê kontrol kirin.

Hevşaredar Bucak û Hatun ewil Tesîsên Sporê yên Şîlbê ziyaret kir. Hevşaredar bi xwendekarên ku ji dewreyên Beşa Xizmetên Ciwan û Werzîşê sûd wergirtin hatin cem hev û li perwerdeya wan temaşe kirin. Hevşaredaran demekê bi zarokan re sohbet kirin û forma belav kirin. Piştre Hevşaredarên ŞBM Bucak û Hatun li tesîsê geriyan û ji serokên yekîneyên têkildar agahî girtin.

Piştre Hevşaredarên ŞBMAyê xebatên rêya xizmetê ya Bulvara Mahabadê kontrol kirin. Hevşaredaran der barê xebatan de ji serokên yekîneyan agahî girtin û xwestin ku di demek herî kurt de xebat bi dawî bibin.

Piştre Hevşaredar Bucak û Hatun çûn Parka Kardeşlîkê ya navçeya Baglarê, li parkê geriyan û lêkolîn kirin. Her wiha Hevşaredaran bi welatiyên li parkê bêhna xwe vedin jî hevdîtin pêk anîn û daxwazên wan hatin guhdarkirin.

Di serdanê ligel Hevşaredar Bucak û Hatun tevî Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, endamên meclîsê û serokên daîreyan amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan