Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak, qadên xizmeta civakî yên şaredariyê seh kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li yekîneyên girêdayî Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî sexbêrî kir. Hevşaredar Serra Bucak, serdana yekîneyên girêdayî Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî yên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê kir. Pêşî, Hevşaredar Bucak derbarê xebatên ku li qada

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li yekîneyên girêdayî Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî sexbêrî kir.

Hevşaredar Serra Bucak, serdana yekîneyên girêdayî Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî yên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê kir. Pêşî, Hevşaredar Bucak derbarê xebatên ku li qada Şanoya Amfî ya ku bêkar hatibû hiştin dest pê kirine, ji yekîneyan agahî wergirt. Wê xwest ku ji bo ku qad dîsa çalak bibe, karên çêkirin û tamîrkirina cihê rûniştinê di demeke kurt de bên temamkirin.

Piştî Şanoya Amfî, Hevşaredar Bucak li Yekîneya Pîrûkalan, Salona Zewacê, Xwaringehê û Pirtûkxaneyê sehîtî kirin. Bucak bi karmendên ku di bin banê Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî de dixebitin re sohbet kir û diyar kir ku ew ê di demeke kurt de daxwazên xwendekaran ên derbarê pirtûkxaneyê de çareser bikin.

Di dema sexbêriyê de, Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz, Seroka Beşa Xizmetên Civakî Serap Yildirim û endamên meclisê ligel Hevşaredar Bucak amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan