Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak xebatên parka Ben û Senê seh kirin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xebatên nûjenkirina parka Ben û Senê nirxand. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, di çalakiya 7ê Tebaxê de li parka Ben û Senê ku li ser daxwaza gel xebatên nûjenkirinê dabûn destpêkirin, seh kir. Hevşaredar Bucak ku der barê xebatan de agahî ji midûrê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xebatên nûjenkirina parka Ben û Senê nirxand.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, di çalakiya 7ê Tebaxê de li parka Ben û Senê ku li ser daxwaza gel xebatên nûjenkirinê dabûn destpêkirin, seh kir. Hevşaredar Bucak ku der barê xebatan de agahî ji midûrên yekîneya Midûriyeta Park û Baxçeyan girt, xwest di demeke kin de xebat bi dawî bibin.

Hevşaredar Bucak ku di serdana parkê de bi zarokan re sohbet kir û li daxwazên wan guhdarî kir diyar kir ku dê zarok di demeke nêz de biçin parkê.

Hevşaredar Bucak di serdana xwe ya parkê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer jî li gel bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan