Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak bi Şaredarê Belemê re hevdîtin kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Şaredarê Belemê yê Brezîlyayê Edmilson Rodrigues re hat cem hev. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak li ser înternetê bi Şaredarê Belemê yê Brezîlyayê Edmilson Rodrigues, Koordînatorê Têkiliyên Navneteweyî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê Luiz Arnaldo

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Şaredarê Belemê yê Brezîlyayê Edmilson Rodrigues re hat cem hev.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak li ser înternetê bi Şaredarê Belemê yê Brezîlyayê Edmilson Rodrigues, Koordînatorê Têkiliyên Navneteweyî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê Luiz Arnaldo Campos û şêwirmend Mariane Rodrigues re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de li ser aliyên hevbeş û pirsgirêkên bajarên Amed û Belemê nêrîn hatin guheztin û girîngiya xebata hevbeş hate axaftin.

Di civînê de li ser projeyên xaniyên civakî û lêkolînên ekolojiyê lihevkirinek hat kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan