Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Dogan Hatun beşdarî bîranîna Arjen Arî bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun beşdarî bîranîna helbestvan Arjen Arî bû. Arjen Arî di 12. salvegera wefata xwe de bi bernameyek ji aliyê Weşanên Sor û malbata wî ve hat bibîranîn. Di bernameya ku li Çand Amedê hat lidarxistin de Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî û diyar kir ku

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun beşdarî bîranîna helbestvan Arjen Arî bû.

Arjen Arî di 12. salvegera wefata xwe de bi bernameyek ji aliyê Weşanên Sor û malbata wî ve hat bibîranîn.

Di bernameya ku li Çand Amedê hat lidarxistin de Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî û diyar kir ku ew Arjen Arî yên salên xwendekariyê bibîr tînin.

Hatun, da zanîn ku ew derbarê zimanê kurdî de pir hesas in û got, "Heta nefesa xwe ya dawî em ê li pêşberî vî gelî her tim bi kurdî biaxivin. Divê gelê me her tim li her derê bi zimanê xwe bijî."

Di çalakiya bîranînê de pêşangeha wêneyan û fîlma Bîraxane hat pêşandan. Bernameya bîranînê bi xwendina helbestênArjen Arî ku û stranên ji helbedtên Arjen Arî pêk dihat ji aliyê hunermend Mehmet Atlî û Xalit Tarî ve bi dawî bû.

Di çalakiya bîranînê de Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û endamên meclîsê bi Hevşaredar Hatun re amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan