Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak beşdarî meşa li Mêrdînê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî meşa ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Mêrdînê hat lidarxistin bû. Meclisa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) li Mêrdînê di çarçoveya kampanya "Gotina me neqediya, em ê bi

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî meşa ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Mêrdînê hat lidarxistin bû.

Meclisa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) li Mêrdînê di çarçoveya kampanya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta Ser Jinan a Cîhanê hatiye destpêkirin, li Mêrdînê meşek li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, hevşaredarên şaredariyê, parlamenterên DEM Partiyê û jin beşdarî meşê bûn.

Hevşaredar Bucak û jinên pê re li Taxa Îldo ya Taxa Artukluyê hatin cem hev û ji vir heta Parka Otoban meşiyan.

Di daxuyaniya li Parka Otoban de tundiya li ser jinan hat şermezarkirin û tayînkirina qeyûman li şaredariyan hat protestokirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan