Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak beşdarî çalakiya roja îmzeyê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî çalakiya îmzeyan a Hevseroka berê ya DBB'ê Gultan Kişanak a li Fûara Pirtûkan bû. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak beşdarî bernameya hevşaredara berê ya DBB'ê Gultan Kişanak a bi navê "Ez Dozdar im" a ku li Fûara Pirtûkan a Amedê ha

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî çalakiya îmzeyan a Hevseroka berê ya DBB'ê Gultan Kişanak a li Fûara Pirtûkan bû.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak beşdarî bernameya hevşaredara berê ya DBB'ê Gultan Kişanak a bi navê "Ez Dozdar im" a ku li Fûara Pirtûkan a Amedê hat lidarxistin, bû.

Hevserok Bucak beriya bernameyê yek bi yek standên li fuarê ziyaret kir û bi weşanxane û pirtûkhezên beşdarî fuarê bûn re sohbet kir. Piştî serdanên li fûarê, Hevşaredar derbasî salona konferansê ya li qada fûarê ku hevpeyvîn lê hat kirin, kir.

Kişanak: Min li ser navê me hemûyan doz vekir

Gultan Kişanak a ku beşdarî hevpeyvîna bi xwediyê Weşanxaneya Dîpnotê ya ku pirtûk lê hatiye çapkirin de jî got, "Piştî 8 salan ez bi lêgerîna edaletê hatim pêşberî we, lê ev ne lêgerîna min a şexsî ye, ev lêgerîna me ye. ji ber ku ez li ser navê me hemûyan bûm dozdar."

Piştî hevdîtinê Hevserok Bucak ji bo îmzeyê çû standa Weşanxaneya Dîpnotê û pirtûk ji aliyê Kişanak ve hat îmzekirin.

Di çalakiyê de endamên Komîsyona Çandê ya Meclîsê ya DBB'ê Rêdûr Dîcle Aydin û Evîn Ay bi Hevserok Bucak re bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan