Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak Navenda Îdareya Bermahiyê ya Şaredariya Kolnê ziyaret kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di çarçoveya Civîna Komîteya Siyasî ya CEMR'ê de li Almanyayê têkiliyên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de Hevşaredar Bucak serdana Navenda Îdareya Bermahiyan ku ji aliyê Şaredariya Kolnê ve tê meşandin kir. Hevşaredar Bucak li navenda ku hem paqijiya

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di çarçoveya Civîna Komîteya Siyasî ya CEMR'ê de li Almanyayê têkiliyên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê de Hevşaredar Bucak serdana Navenda Îdareya Bermahiyan ku ji aliyê Şaredariya Kolnê ve tê meşandin kir.

Hevşaredar Bucak li navenda ku hem paqijiya bajêr, hem berhevkirin û veqetandina çop û hem jî ji çopê enerjiyê peyda dike, kontrol kir. Midûrê navendê Dîdem Getz bi Bucak re amade bû û li Kolnê pêvajoya birêvebirina çopê vegot.

Bucak piştî kontrolên xwe bi rêvebirên navendê re der barê hevkariya muhtemel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Kolnê de nêrînên xwe nirxand.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan